Efrîn-Serçeteyekî dewleta Tirk destavêt zarokek 10 salî

Hat ragihandin ku serçeteyekî El Emşet li navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî, destavêtiye zarokeke 10 salî.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand:

“Çeteyekî Sultan Silêman Şah (El Emşat) destavêtiye zaroka 10 salî..

Dema zarokek û dayîka wê bi xwe re dibir Efrînê, di nava bexçeyên di rê de destvaêtiyê..”

Li gor hin çavkaniyan:

Serçete bi navê Ehmed Memdûh ku bi navê Ebû Dehan tê naskirin..

Piştî bûyerê reviye gundê Kora yê navçeya Cindirêsê.

Di heman demê de ev bûyer hêrseke mezin a gel derxist.

Çeteyekî Artêşa Niştîmanî destdirêjî li zarokekî kir û piştire ew kuşt

Back to top button