Dûran Kalkan: Gerîla temamiya salê derbên giran li artêşa dagirker xistiye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan êrişên dagirkeriya Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî nirxand û got: “Yek rabe bibêje, gerîla çalakî dike û dewleta Tirk êrîşî Rojava dike, ne raste.
Dibe ku her du ketibin nava hev lê şerê li Zap û Xakurkê ti eleqa xwe bi Rojava tine ye.
Ya rast Dewleta Tirk dijminê hemû Kurdan e. Heke ji gerîla netirsiya wê temamiya Rojava dagir bikira.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya taybet a Medya Haberê de şerê gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker bi berfirehî nirxand.

Dûran Kalkan ragihand ku gerîla temamiya salê derbên giran li artêşa dagirker xistiye û ev tişt anî ziman:

“Gerîla gotin li cih be temamiya salê bi çalakiyên xwe pişt li dagirkeran şikand.

Bala xwe bidinê di van operasyonên dawîn ên gerîla de wan jî êdî nekarî kuştiyên xwe veşêrin.

Çapemenî jî vê yekê da li Colemergê li nexweşxaneyan li morgan cenazê bi dehan leşkeran hene.”

Dûran Kalkan: Êdî nikarin ser rastiya şer veşêrin

Dûran Kalkan da zanîn artêşa Tirk ku zivistanê venekişa li ber derbên gerîla ji hev ket û wiha got:

“Niha li çoka xwe dixin, dibêjin gerîla lêda, PKK’ê lêda.

Tu tê ji bo dagir bikî, êrîşan dikî, helbet wê li te bide.

Ev qanûn e, dema tu bixwazî lêbidî tu yê hesabê derbxwarinê jî bikî.

Çi karê te û leşkerên te li Zap, Metîna, Xakurkê heye. Çi karê we li Kurdistanê heye.

Kes vê naxe ber lêpirsînê. Lê xuya ye êdî nikarin ser rastiya şer veşêrin.

Heke di şer de israr bikin, derket holê ku wê dawiya wan bi çi rengî be.”

Dûran Kalkan: Dema wê hatiye ku dagirkeriya Tirk ji tevahiya Kurdistanê bê qewitandin

Dûran Kalkan bal kişand li ser operasyona şoreşgerî yên gerîla û got:

“Bi operasyonên şoreşgerî gerîla peyamek zelal da.

Pêvajoyek nû ya paqijkirina Kurdistanê ji dagirkeran dest pê kiriye.

Cihên ku hatine dagirkirin giştî wê bên paqijkirin. Pêvajoyeke wisa dest pê kir.

Wê sala 2024’an çawa derbas bibe, gerîla vê eşkere nîşan da.

Dema wê hatiye ku dagirkeriya Tirk ji tevahiya Kurdistanê bê qewitandin.”

Dûran Kalkan: Divê gelên Rojava bersiv bidin êrîşan û axa xwe biparêzin

Dûran Kalkan derbarê êrîşên dewleta Tirk a qirker ên li ser Rojava jî nirxandin kir:

“Niha dibêjin, piştî çalakiyên gerîla êrîş kirin. Ev ne raste.

Dibe ku her du ketibin nava hev lê şerê li Zap û Xakurkê ti eleqa xwe bi Rojava tine.

Yanî ku yek rabe bibêje, gerîla çalakî dike û dewleta Tirk êrîşî Rojava dike, ne raste.

Dewleta Tirk dijminê hemû Kurdan e. Ya rast ev e.

Heke ji gerîla netirsiya wê temamiya Rojava dagir bikira.

Ji ber tirsa gerîla nikare dagirkeriya xwe berfireh bike.”

Dûran Kalkan li dijî êrîşan bagn li hêz û gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir ku tedbirên xwe zêdetir bikin. bersiv bidin êrîşan û axa xwe biparêzin.

Back to top button