Dewleta Tirk a dagirker gundên Şehba, Kobanê, Eyn Îsa û Til Temirê bi dijwarî topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Xalidiyê, Seyda, rêya M4 û kampa kevin yên Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kir.
Dagirkeran gundê Tewîla, Til El Leben û Gozeliyê yên navçeya Til Temirê jî bi obîsan topbaran kir.
Dewleta Tirk gundê Çarqilî yê Kobanê jî bi obîsan dan ber topan.
Artêşa Tirk a dagirker di setanên piştî nîvro de jî gundê Solan ê Kobanê bi çekên giran topbaran kir.
Her wiha dagirkeran gundê Şêx Îsa yê Şehbayê jî topbaran kir.



