Dewleta Tirk gundê Solan yê Kobanê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê ranewestandine. Dagirkeran îro Gundê Solan ê Kobanê topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker di setanên piştî nîvro de gundê Solan ê rojhilatê Kobanê bi çekên giran topbaran kir.

Doh jî Gundên Zormixar, Şêxler, Şiyûx û Çarqilî yên Kobanê rastî topbaranê hatin.

Her weha gundê Eboş ê navçeya Til Temirê û gundê Kawiklî yê rojhilatê Babê jî bûn hedefa êrişan.

Piştî dewleta Tirk mizgeft wêran kir, şênî li derve nimêj dikin

Li aliyê din, 1’ê Kanûna borî, dewleta Tirk a dagirker êriş birin ser gundê Tirwazyê yê Eyn Îsayê û mizgefta gund wêran kir.

Piştî ku dewleta Tirk mizgeft wêran kir, şêniyên gundê Tirwaziyê li derve nimêja înê kir.

Di wêneyan de diyar dibe ku bi dehan şêniyên gund li derve nimêja înê dikin.

Dewleta Tirk a dagirker qadên sivîlan, cihên olî, navendên xizmetguzarî û binsaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef.

Bi van êrişan jî sûcên şer dike.

Back to top button