Li dijî tecrîda girankirî a li Îmralî dê 18 Kanûnê li Îzmîrê meşeke girseyî bê lidarxistin.
Orga-nîzatorên meşê ji bo tevlibûna meşê bang kirin.
Hersa li dijî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo û polîtîkayên şer li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêde dibin.
Di vê çarçoveyê de li bajarê Îzmîr yê Tirkiyê wê 18’ê Kanûnê meşek girseyî were li darxistin.
Gelek partiyên siyasî, sazî û rêxistinên Kurdistanî û demokratîk pêşengtiyê ji vê çalakiyê re dikin.
Meş dê bi dirûşma “Em li dijî şer aştiyê û li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” pêk were.
Organîzatorên meşê, Hediye Tekîn û Hidir Alî Kiliç derbarê mijarê de axivîn û gotin: Sedema pirsgirêkên li Tirkiyê polîtîkaya şer û tecrîdê ye û banga tevlibûna meşê li her kesî kirin.