DFG û MKGP Têkildarî 16 rojnamevanên girtî li ber edliyeya Amedê daxuyanî dan

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê têkildarî 16 rojnamevanên Kurd ên ji 16’ê Hezîranê ve girtî ne li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de jê 20 rojnamevan 22 kes di serdegirtina malan hatin binçavkirin.

Ji ber delîleke sûc li dijî hevalên me tune ye, lewma 8 rojan di binçavan de hiştin.

Emniyetê, alavên diserdegirina saziyan bidest-xistibû û wekî “delîlê sûc” di wêneyan de nîşan da.

Bi vê yekê jî eşkere, êrişî rojnamevanan kirin.

Em carek din li vir diyar dikin ku Çapemeniya azad bi kuştin, girtin û binçavkirinan nayê qedandin.

Divê hevalên me demildest bên berdan û darizandina wan bê sekinandin.

28 Rojnamegeran banga serbestberdana hevalên xwe kirin

Li aliyek din jî 28 rojnamegeran bi armanca piştevaniyê bi vîdeoyekê peyamên piştevaniyê dan û xwestin ku demildest hevalên wan bên berdan.

Back to top button