Çalakiya konvedanyê ya Reqayê bi dawî bû

Çalakiya konvedanê ya Reqayê bi pêwîstiya mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.Tevgera ciwanan ên Ewropayê TCŞ û Jinên Ciwan ên Têkoşer Teko JIN’ê bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna çalakiya di 17’ê Kanûnê ji bo tecrîda li Îmraliyê kirin.

Bertek û nerazîbûnên li dijî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dewam dike

Çalakiya konvedanê ya Reqayê ku di pêşengtiya Komîteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin doh bi hin daxwazan dawî bû

Ji wan daxwazan

“Divê CPT têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan tavilê daxuyaniyeke bide.

Bi rêya nivîsgehên parêzeran ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yekitiya parêzerên ereb û Yekitiya Erebî re koordîne bikin da ku dozên hiqûqî yên rêber Ocalan bigihînin Dadgehê Edlê ya Navneteweyî û dengê rastiyê ragihînin.

Xebatên fikrî, qanûnî û siyasî li dar bixin da ku bernameya Rêveberiya Xweser bigihînin qada siyasî ya cîhanê ku teşeyeke hikumetên siyasî ye ku ji aliyê qanûnên navneteweyî ve tê qebûlkirin.

Meclisa Wezîran a Ewropayê muxateb bigirin da ku ji bo li hember sûcên li dijî mirovahiyê yên li dijî rêber Ocalan pêk tên, tevbigerin.”

TCŞû TEKO -Jin: ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em dakevin qadan

Tevgera ciwanan ên Ewropayê TCŞ û Jinên Ciwan ên Têkoşer TekoJIN’ê bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna çalakiya di 17’ê Kanûnê ji bo tecrîda li Îmraliyê kirin.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, “Dewleta Tirk a barbar li ser gelê Kurd polîtîkaya tinekirin û qirkirinê dimeşîne.

Ev zîhniyeta tinekirinê, meşa 50 salî ya Rêbertî dike hedef.

Rêbertiya me 20 meh in ne bi parêzer û ne jî bi malbatê re hevdîtin pêk nayê.

Em Koordînasyona Tevgera ciwanan ên Ewropayê û Jinên Ciwan ên Têkoşer banga geşkirin û berfirehkirina xeta çalakiyê ya bêdawî û bênavber dikin.

Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz, bi taybetî jî ciwanên welatparêz û hemû derdorên alîgirê edalet û demokrasiyê dikin ku 17 ‘ê Kanûnê li navenda Ewropayê beşdarî meş û çalakiyan bibin.

Her wiha dibêjin ku di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ ji bo şikandin tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li hev kom bibin.

Back to top button