Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd pirsgirêka avê ya li beşê rojhilat ê taxê û taxa Marûf çareser kir.
Rêvebera Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Berfîn Mihemed anî ziman ku ev proje ji bo bersivdayîna giliyên şêniyan bû .
Berfîn wiha got: “Beriya aloziyê jî me ji ber vê pirsgirêkê gelek zehmetî dikişand.
Lê piştî zehmetiyên bi salan av gihîştiye mala me.”
Welatiya bi navê Perwîn Xelîla a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê dimîne kêfxweşiya xwe ji bo pirojeya çareserkirina av anî ziman:
“Em bi vê projeyê kêfxweş bûn.
Em spasiya Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel dikin ku zehmetiyên bi dawî kir.”