Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK’ê li Qamişlo kongreya xwe ya 8’an li darxist.
Kongre bi beşdariya 80 delegeyan bi dirûşma ‘Ta dilopa dawîn a ximavê, ta dilopa dawîn a xwînê’ hate lidarxistin.
Di kongreyê de serokê yekitiyê Welîd Bekir axivî û got: “HRRK xwedî têkoşîna çanda Kurdî ya dirêj e û li kêlek şervanan, yek ji navendên xwedî bandora çandî ye, bi pênûs û fikrên xwe şer dikin.
Welîd Bekir diyar kir ku tevî astengî û kirîzan endamên yekîtiyê red kirin ku ji welat derkevin û biryara têkoşîna bi fikir, pênûs û çanda xwe dan.
Bekir dawiyê, spasiya her kesê beşdarî xebatên damezrandina HRRK’ê bûne kir û got:
“Em hêvî dikin ku xebatên kongreyê bi ser bikevin, da ku çand û wêjeya Kurdî dewlemend be, bi pêş bikeve û bikeve xizmeta gel de.
Kongre bi encamnameyekê bi dawî bû.