Awusturalya 17 welatiyên xwe ên DAIŞ’î wergirtin

Piştî 4 sal di ser girtina wan re derbas bû, dewletê biyanî nû destpê dikin ku
welatiyên xwe ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî derxînin.
Piştî Kanada, Awusturalya jî 17 welatiyên xwe ên endamên DAIŞ’î ji kampa Roj wergirtin.

Bi salane di encama têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de, bi hezaran endamên malbatên wan ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatin girtin.

Ev kes niha li gorî pîvanên navneteweyî li kampan têne ragirtin.

Û hejmareke mezin ji wan biyanî ne.

Ji ber hewldanên zêde ên Rêveberiya Xweser, hejmara ji dewletan neçar man welatiyên xwe bigrin.

Bi taybet jî jin û zarokên DAIŞ’î.

Herî dawî hukûmeta Awusturalyayê doh 4 jin û 13 zarok, bi giştî 17 welatiyên xwe bi awayekî fermî ji Kampa Roj wergirtin.

Li gorî dezgehên ragihandina welat, hin jinên vegeryayê, ji ber sûcên li dijî mirovahiyê kirin, wê bêne dadgehkirin.

Serokwezîrê Awusturalya Anthony Albanese ragihand ku wê hukûmeta wan li gorî perjewendiyên ewlekariya netewî, nêzî girtiyên DAIŞ’î bibe.

Albanese îşaret bi wê yekê kir ku wê hewldanên wan ên vegerandina endamên malbatên DAIŞ’î dewam bike.

Lê muxalefeta welat vê yekê weke metersî binav dike.

Back to top button