Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîdê li Parîs û Zûrîhê daktin qadan

Ciwanên Kurd li dijî tecrîda li dijî Rêber Apo li bajarên Parîsê yê Fransa û li bajarê Zurîhê yên Swîsreyê daketin qadan û gelê welatparêz û ciwanên Kurd kirin ku li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.

Ciwanên Kurd bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, bi duruşma “Deng bide” azadiya Rêber APO li paytexta Fransa Parîsê, meşek pêk anîn.

Ciwan bi durşman heta stasyona trenê ya Parîsê meşiyan

Piştî meşê ciwanan daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew tecrîda li dijîr Rêber Apo qebûl nakin û bang li gelê welatparêz bi taybet jî li ciwanên Kurd kirin ku li dijî tecrîdê deng bidin.

Li bajarê Zurîh jî bi heman armancê ciwanên şoreşger li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hatin ba hev.

Jinên ku li vir daxuyanî dan, diyar kirin ku ew gotina Abdullah Ocalan ku dibêje, “Jin azad nebe civak azad nabe” esas girtine û anîn ziman ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk neyê, jin azad nabin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

Ciwanên Kurd li Swîsreyê tecrîd şermezar kirin

Back to top button