Di nava Ermen û Azerbeycanê de şer derket

Di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de careke din şer derket.
Êrîvanê ragihand ku di şer de 3 leşkerên wan hatine kuştin.
Bi vê yekê re agirbesta Îlonê navbera aliyan hatibû ragihandin careke din hat binpêkirin.

Aloziya navbera Ermenîstan û Azerbeycanê ku di nava meha Îlonê de despêkir û bê ku mezin bibe bi navbeynkariya Amerîka hatibû bidawîkirin.

Lê alî carke din hatine pêşberî hev.

Tevî agirbesta ku piştî şerê 2 rojan dom kir, li herêma sînor dîsa şer derketin.

Hat ragihandin ku di pevçûna roja Çarşemê ya li ser sînorê Ermenistan û Azerbeycanê de 3 leşkerên din ên Ermenîstanê hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Leşkerên Azerbaycanê li aliyê rojhilatê sînor bi bombeyên destan û çekên qalibê mezin gulebaran kirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama gulebarana leşkerên Azerbeycanê de 3 Ermenî jiyana xwe ji dest dane.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan bûyera kuştina 3 leşkerên din ên Ermenistanê weke “Êrîşa li dijî serxwebûn, serwerî û demokrasiya Ermenistanê” bi nav kir.

Paşînyan di bangewaziya xwe ya li ser Twitterê de ji civaka navdewletî re daxwaza “vekişandina hêzên Azerbaycanê û şandina şandeke çavdêrên navdewletî” kir û wiha got:

“Vekişîna leşkerên Azerbaycanê û şandina şandeke çavdêrên navneteweyî ji bo axa Ermeniyan û navçeyên sînorî yên ku ji ber dagirkeriya Azerbaycanê bandor bûne, pêwîstiyeke bingehîn e.”

Di şerê li ser sînor de her du dewlet hevdu bi provokasyonê tawanbar dikin.

Nakokiyên di navbera her du welatên Kafkasyayê de di nîvê Îlonê de dîsa gur bûn.

Di şerê heta agirbesta ku bi navbeynkariya DYA’yê hat ragihandin de, ji her du aliyan herî kêm 286 kes mirin.

Di şerê navbera Azerbaycan û Ermenîstanê ya li ser herêma Qerebaxê de ya 2020’an de jî bêtirî 6 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di encama peymana agirbestê ya ku bi navbeynkariya Moskowayê pêk hat de, Azerbeycanê beşeke girîng ji axa di bin kontrola Ermenîstanê ya li Qerebaxa Çiya de paşde girt û Rûsyayê jî hêzên aştiyê li herêmê bi cih kir.

Back to top button