Di nava Ermenîstan û Azerbeycanê de agirbest hate ragihandin

Li sînorê Ermenîstan û Azerbeycanê piştî mirina bêtirî 150 kesî agirbest hate ragihandin.
Rêveberiya Êrîvanê, hebûna agirbestê piştrast kir.
Her wiha careke din Ermenî li dijî serokwezîr Paşinyan li qadan bûn.

Piştî şerê 13’ê Îlonê navbera Ermenîstan û Azerbeycanê derketî û 2 rojan dewam kirî agirbest hate ragihandin.

Ermenîstanê ragihand ku agirbest ketiye meryetê.

Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Ermenîstanê Armen Grigoryan diyar kir ku bi Azerbeycanê re “bi beşdariya civaka navneteweyî peymana agirbestê pêk hatiye”.

Li gorî saeta herêmî saet 20.00’an de agirbest ketiye meriyetê.

Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê di demekî ku ragihand şer rawestiyane, ji Azerbaycanê ti daxuyanî nehat dayîn.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di axaftina xwe ya duh a li Meclîsê de diyar kiribû ku di şerê şeva duşemê de bêtirî 100 Ermenî hatine kuştin û 50 kîlometre çargoşe axa Ermenîstanê ji ketiye bin kontrola Azeriyan.

Azerbaycanê ragihand ku 54 leşker hatine kuştin.

Piştî şerê bi Azerbeycanê re dîsa dest pê kir, Paşînyan bi rayedarên gelek welatan re hevdîtin kir û ji Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf a bi pêşengiya Rûsyayê (CSTO) piştgirî xwest.

CSTO bi biryara şandina ekîbeke lêkolînê ya ji bo welêt razî bû.

Şandeya navborî îro gihişt Ermenîstanê.

Li Êrîvanê tevî agirbestê jî xwepêşandan li dijî Paşînyan bi dawî nebû

Tevî agirbesta ku hat ragihandin jî, doh êvarî li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê, xwepêşanderên ku daxwaza îstifakirina Paşînyan dikirin, daketin qadan.

Di xwepêşandanan de Paşînyan bi helwesteke pir nerm a li hember Bakûyê hat tawanbarkirin.

Back to top button