Artêşa Tirk gundê Guzeliyê yê Til Temir topbaran kir

Artêşa Tirk îro dîsa êrişî herêmê kir û vê carê gundekî Til Temirê kir armanc. 

Artêşa Tirk vê sibehê gundê Gozeliyê yê Til Temirê bi dijiwarî topbaran kir.

Demekê dewleta Tirk a dagirker navçeya Til Temir û gundên wê dike armanc.

Rojane li dijî wan êriş hene. Yên ku dibin qurbanên van êrişan jî jin û zarokin.

Li hember van êrişên dijwar xelkê herêmê dev ji axa xwe bernade.

Her dem peyama ku ji wan derdikeve berxwedan e.

Tevî ku Tirkiyê li pêş çavê cîhanê zarokên herêmê dikuje jî lê dîsa bêdeng in.

Back to top button