Şehba-Şehîd Berfîn Efrîn bi marasîmekê hat oxirkirin

Li Şehbayê Şehîd Berfîn Efrîn bi marasîmek girseyî hat oxirkirin.
Li Dêrikê û Minbicê jî merasîmên sersaxiyê hebûn.

Li Şehba Şehîd Berfîn Efrîn bi merasîmekê ji aliyê hezaran kesî ve hat oxirkirin.

Di merasîmê de li ser navê meclîsa malbetên Şehîdan Hesen Berko û li ser navê kongra star Gulê Mihemed jî axaftin hatin kirin.

Dawiyê wesîqeya Şihadetê hat xwendin û diyarî malbeta Şehîd hat kirin.

Xelkê Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Çavrê Gelhat re xwest

Li Dêrikê jî merasîma sersaxiyê hebû.

Gerîlaya YJA-Starê Çavrê Gelhat 4’ê Cotmeha 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû.

Xelkê bajarê Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Kesên li bin kon axivîn behsa têkoşîna şehîd kirin û soza berdewamkirina riya wan û serkeftinê dan.

Birayê şehîd Çavrê jî axivî soza berdewamkirina riya xwişka xwe û avakirina welatekî azad da.

Xelkên Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Mihemed El Mezyed re xwest

Her weha, xelkên Minbicê jî sersaxî ji malbata şervanê QSD’ê şehîd Mihemed El Mezyed re xwestin û gotin:

Ew ê têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker dewam bikin.

“Şehîdên me sembola dayîn, fedakarî, berxwedanî, lehengî û israrê ne.

Me ev helwest dîtin û îro ji bo giyana wan li vir in.

Back to top button