Tirkiyê..Pakdemirli: li 5 bajaran li 12 cihan agir didome

Ev 9 rojin li Tirkiyê şewata daristanan didome. Li herêmên Mugla yên ku şewatê lê dijware, welatî ji bo cihên ewle tên veguhestin. Wezîrê Çandinî û Daristanê daneyekê parve dike, Ragahandina Serokomariya Tirkiyê daneyekê parve dike. Rojnameya Financial Times jî ragihand ku Erdogan di bin zextan de ye. Li Yûnanîstanê jî agir gihişt bajarê dîrokî Olympia

9 rojin li Tirkiyê agirê ku bi daristanan ketî ne hatiye kontrolkirin.

Wezîrê Çandinî û Daristanê yê Tirkiye Bekir Pakdemirli têkildarî rewşa dawî ya ji şewata li deverên cuda ya welat agahî parve kir.

Bekir Pakdemirli diyar kir ku heta niha li 38 bajaran 180 bûyerê şewatê derketine.

Ji van şewatan tenê ya li 5 bajaran nekarîne kontrol bikin.

Ango niha li 12 deverên cuda yên 5 bajarên Tirkiye şewat didome.

Serokomariya Tirkiye: Li 6 bajaran 15 bûyerên şewatê dewam dikin

Lê Serokatiya ragihandina serokomariya Tirkiyê daneyên ji yên Pakdemirli cudatir parve kir.

Li gorî daneyên ragihandina serokomariyê ku saet 12:00 parvekirî, li seranserî welat 189 bûyerên şewatê rûdane.

Ji van 174 hatine kontrolkirin.

Kîjan dane rast dibe bila bibe, lê rastiya heyî şewatên li Tirkiye zexteke zêde li Serokê AKP’ê Erdogan kiriye.

Financial Times: Erdogan di bin zextan de ye

Rojnameya Financial Times ya li Îngilistanê tê weşandin jî bal kişand li ser vê rewşê.

Rojnamê di nûçeya xwe ya şîroveyî de wiha got:

Erdogan ji ber şêwazê destwerdana di şewatên li Tirkiyê di bin zextan de ye.

Welat li pêşberî felaketên xwezayî ne amadeye.

Her wiha rojnameyê belavkirina çay ya ku Erdogan dema serdana cihên şewatê kirî de jî bibîrxist û ev weke henekpêkirinê şîrovekir.

Erdogan yê ku di mijara şewatan de tengav bûye jî, li dijî haştatên #HelpTurkey bertek nîşan da.

Li ser vê yekê li dijî kesên banga vemirindina şewat û piştevaniyê li qada navnetewî kirine lêpirsîn hat vekirin.

Mixalîf jî ev yek weke nêçîra li dijî pîrebûkan binav kir.

Di demeke ev nîqaş têne kirin de, li Antalya, Mugla, Aydin, Isparta û Denîzlî şewat didome.

Li herêma Oren ya Muglayê ji ber şewat gihiştiye avahiyan metirsiyek zêde derketiye.

Ji herêmê welatî têne veguhestin.

Li Yûnanîstanê agir gihişt bajarê Olympia yê dîrokî

Li Yûnanîstanê jî rewş hemane.

Agirê ku gihişt bajarê Olympia yê dîrokî bû sedema veguhestina welatiyên li herêmê.

Li seranserê cîhanê li 43 welatan şewat didome.

Heta niha bi milyonan hektar daristan şewitîne û bûye xwelî.

Back to top button