Li Reqayê ji bo Rêber Apo konferansek tê li darxistin

Li bajarê Reqayê ji bo Rêber Apo ji aliyê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Yekitiya Bijîşakan, konferansa yekemîn tê li darxistin.

Konferans bi sernavê “Di doza Rêber Abdullah Ocalan de binpêkirina qanûna navneteweyî” li avahiya Zanîngeha Şerq a li bajarê Reqayê tê lidarxistin.

Konferans bi amadebûna 400 parêzeran û endamên rêveberiya xweser di saet 10.00’an de destpêkir.

Li gorî komîteya amadekar a konferansê, konferans ji du rûniştinan pêk tê.

Di rûniştina yekem de du mijar hene

Mijara yekemîn derbarê rêbertiyê ye de ji aliyê Berdevka Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Helebê Amna Xidro ve hat pêşkêşkirin.

Ya duyemîn jî li ser komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo, ji aliyê parêzer û aktîvîst Mihemed Neîmî ve hat pêşkêşkirin.

Piştre sînevîzyona parêzerê Rêber Apo a li Buroya Mafên Mirovan a Asrî Omer Konîş hate nîşandan û bal kişand ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ku ji bo rêyên aştiyê ji pirsgirêka Kurd re veke ber bi Ewropayê ve çû.

Paşê vîdeoyên hevalên kurd ên ji Yewnanîstanê hatin nîşan dan.

konferans di van kêliyan de didome.

Tê payîn ku konferans bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

Back to top button