Li Hollanda serketina rastgirê tund Wilders

Li Hollanda pêla rastgirtiya tund zêde dibe.
Ev yek di hilbijartina pêşwext ya li welat pêk hat de, diyar bû.
Di hilbijartina giştî ya li welat de, Geert Wilders yê Partiya Azadiyê biser ket.
Lê ji bo avakirina hikumetê, ti partiyekê dengê pêwist bidest nexistiye.

Di hilbijartina giştî ya Hollandayê de, encamên kes ne li bendê bû derketin.

Li gorî encamên nefermî yên li Hollandayê, Partiya Azadî (PVV) ya bi pêşengiya rastgirê tundrê Geert Wilders, di hilbijartinên giştî yên pêşwext ên doh pêk hatin, bi ser ket û 35 kursî bi dest xist.

Tifaqa Partiya Karker (PvdA) û Çep a Kesk (Groenlinks) bi serokatiya Alîkarê Serokê berê yê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Frans Timmermans, bi 25 parlamenteran di rêza duyemîn de cih girt.

Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) bi serokatiya Dîlan Yeşîlgoz-Zegerius a bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ye, bi 24 wekîlan bû sêyemîn.

Di hilbijartinan de Partiya Peymana Civakî ya Nû (MGK) bi 20 kursiyan di rêza çaremîn de cih girt û Partiya Denk a ku di serî de gelên bi eslê xwe Tirk û Misilman pêk tên 3 kursî bi dest xistin.

Li gorî van encaman, ti partiyek nikare bi tena serê xwe di parlamentoya 150 kursî de bigihîje piraniyê.

Ji bo koalîsyonekê pêwîst e herî kêm 76 parlamenter hebin.

Wilders serkeftin ragihand, banga koalîsyonê kir

Wîlders diyar kir ku piştî encamên ewil ên duh bi şev hatin eşkerekirin di hilbijartinê de bi ser ket.

Wîlders li bajarê Den Haagê xîtabî alîgirên xwe kir û got,

“Êdî Partiya Azadî nikare bê paşguhkirin.

Hêvîdariya Hollandayê ye ku em ê welatê xwe paşve vegerînin û tsûnamiya penaber û koçberan kêm bikin.”

Wîlders bang li partiyên din jî kir ku ji bo avakirina koalîsyonê bi hev re tevbigerin.

Lê belê ji bo Wilders avakirina koalîsyonê ne hêsan e.

Partiyên din ên mezin beriya hilbijartinê diyar kiribûn ku ew ê tevlî koalîsyona ku ji aliyê rastgira tund PVV ve tê birêvebirin nebin.

Pîrozbahiya yekem ji le Pen û Orban

Seroka rastgira tund a Fransî Marine Le Pen û Serokwezîrê Macarîstanê yê rastgir Vîktor Orban bûn kesên yekem ku peyama pîrozbahiyê bo Wilders dan.

Dema ku hikûmeta Mark Rutte li Hollandayê di destpêka Tîrmehê de ji ber nakokiyên li ser siyaseta koçberiyê hilweşiya, neçar ma ku li welat hilbijartina pêşwext a mecbûrî pêk were.

Li Hollanda hilbijartina giştî ya pêşwext

Back to top button