Li Hollanda hilbijartina giştî ya pêşwext

Li Hollanda piştî îstifaya Serokwezîr Rutte, li welat hilbijartina pêşwext pêk tê.
Îro holandî ji bo diyarkirina rêveberên xwe diçin ser sindoqan.
Keça Kurd Dîlan Yeşîlguz, weke namzeta herî xurt tê dîtin.
Eger dîlan biser bikeve, wê bibe yekem jina li Holanda dibe serokwezîr.

Welatiyên Hollandayê ji bo hilbijartina giştî yên pêşwext diçin ser sindoqan.

Li welatê ku dengdayîn li gorî saeta herêmî di saet 07:30’an de dest pê dike sindoq wê di saet 21.00an de bêne girtin.

Li gorî rapirsiyên hilbijartinê yên li welêt hatine kirin, tê pêşbînîkirin ku 4 partiyên siyasî yên li welat sereke ne, biser bikevin.

Lê wê ti partiyek nekare bi tena xwe hikumetê ava bike.

Ji ber vê yekê, careke din rêya hikumeta koalîsyonê xuya dike.

Piştî îstifakirina Serokwezîrê niha Mark Rutte weke Dîlan Yeşîlgoz Zegerîus a ji bakurê Kurdistanê ye, bû Seroka Partiya Gel a ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) yê.

Bi serketina Dîlan re, wê li welat bibe yekemîn serokwezîra jin a Hollandayê.

Ji bo hilbijartinên giştî yên li Hollandayê gel diçin ser sindoqan

Navekî din ê ku di hilbijartinan de derket pêş Geert Wilders ê rastgir ê ji Partiya Azadî (PVV) bû ku bi daxuyaniyên xwe yên li dijî koçberiyê û li dijî Îslamê tê naskirin.

Wîldersê ku alîgirê polîtîkayên li dijî koçberan e, ji bo ku welat ji Yekîtiya Ewropayê derkeve jî dixwaze referandûmê pêk bîne.

Partiya Peymana Civakî ya Nû (NSC) ku ji aliyê Parlamenterê berê yê Partiya Xiristiyanên Demokrat Pieter Omtzigt ve hat avakirin, beriya hilbijartinê di anketan de zêde bû.

Wî soza zelalî û çaksaziya zêdetir di hikûmetê de da.

Li aliyê çepê, Cîgirê Serokê berê yê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ji bo Jîngeh û Guhertina Avhewayê Frans Timmermans, ku serokatiya bloka Partiya Karker (PvdA) – Partiya Çep a Kesk (GL) dike, derdikeve pêş.

Tê pêşbînîkirin ku li welat ti partiyek ji sedî 20’ê dengan bidest bixe.

Piştî 13 salan Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte di Tîrmehê de îstifaya xwe ragihand.

Dilan Yeşîlgoz ya keça Yûcel Yeşîlgozê ji ber zextên faşîzma dewleta Tirk neçar man ku 1980’ê koçberî Hollanda bibin.

Yeşîlgoz beriya niha piştevaniya pêşnûmeya qirkirina Ermeniyan kiribû.

Dilan Yeşîlgoz di hikûmeta demkî ya welêt de Wezîra Ewlehî û Dadê ye.

Back to top button