Di navbera Îsraîl û Hemasê de ji bo 4 rojan agirbest hat ragihandin

Dawiya dawî li Xezayê bi peymanan jî be, agirbest pêk hat.
Waşîngton ji ber rola Qahîre ya di vê peymanê de, spasiya wê kir.
Rûsya jî ev peyman bi keyfxweşî pêşwazî kir.

Li gorî medyaya Îsraîlê, duh bi şev Hamas û Îsraîlê ji bo pevguhertina girtiyan li hev kirine.

Li gorî lihevkirinê wê Artêşa Îsraîlê 4 rojan êrîşên xwe yên li ser Xezayê rawestîne.

Tê gotin wê Hemas jî 50 dîlgirtiyên Îsraîlê berde.

Ev peyman ji aliyê welatên cîhanê ve jî bi keyfxweşî hate pêşwazîkirin.

Qeterê ku navbeynkariya danustandinên ku bi hefteyan e dewam kirî dikir, diyar kir ku wê di nav 24 saetan de daxuyanîya agirbestê kengî dest pê bike, were dayîn.

Rayedarên Amerîkî diyar kirin ku Misir jî di danûstandinên bi Hemasê re roleke girîng lîst.

Di daxuyaniyên dawî yên rayedarên Qeter, Îsraîl, Hamas û DYAyê de hat diyarkirin ku peymana agirbestê ber bi dawiyê ve diçe.

Îsraîl ragihand ku di êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmehê de nêzî 1200 kes ku piraniya wan sivîl in hatine kuştin û derdora 240 jî dîl hatine girtin.

Amerîka: Misirê roleke sereke leyîst

Piştî lihevkirina ku pêk hatî, Serokê Amerîkayê Joe Biden ji ber rola bo rawestandina şer ya serokên Qeter û Misirê di vê pêvajoyê de spasiya wan kir.

Biden kêfxweşiya xwe anî ziman ku hemwelatiyên Amerîkî yên ku wê di çarçoveya peymanê de werin berdan vegerin gel malbatên xwe.

Li gorî AFP’ê, berpirsekî payebilind yê Amerîkî got;

Di nav 50 kesên ku hatine berdan de 3 welatiyên Amerîkî jî hene.

Zexarova: Rûsya ji agirbesta 4 rojan keyfxweş e

Ji Rûsyayê jî der barê peymana agirbestê de daxuyanî hat.

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kir ku ew bi keyfxweşî pêşwazî li rawestandina şer a 4 rojî navbera Îsraîl û Hemsaê de dikin.

Back to top button