Koşka Spî: Biden wê hevdtînekê bi Erdogan re pêk bîne

Di nava DYA û Tirkiyê de aloziya heyî li ber çav tê xuyakirin. Tevî Serokê Amerîka Joe Biden piştî erkê serokatiyê dewirgirt bi gelek lîderên welatan re peywendî pêk aniye heta niha li Erdogan ne geriya.

Koşka Spî jî herçiqasî dem diyar nekiribe jî lê ragihand ku wê Biden peywendiyê li gel Erdogan pêk bîne.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki di daxuyaniya çapemeniya rojane de li ser mijarên rojevî bersiva pirsên rojnamevanan da.

Li ser pisa gelo ji ber çi heta niha Biden peywendî li gel serokomarê Tirkiyê Erdgaon pêk ne aniye Psaki got;

Hina lîderên gelek welatan heye ku Biden bi wan re peywendî pêk ne aniye.

Ev hevdîtin wê dinava hefteya bê yan jî mehên bêde pêk were.

Di vê çarçoveyê de ez bawerim wê peywendî li gel Erdogan jî pêk bîne.

Her çiqasî piştî dewrgirtina erkê serokatiyê Tirkiye di nava welatên despêkê de be, lê tevî 50 roj derbas bûne heta niha peywendî pêk ne hatiye.

Berdevkê serkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, peywendiya despêkê ya bi rêveberiya Biden re li gel Şêwirmendê Parastina Netewî yê DYA Jake Sullivan pêk anîbû.

Di peywendiyê de, mijarên Sûriye, Lîbya, Rojhilatê Derya Spî, Qibris, Efxanistan, Qerebax, vîrûsa corona û avhewa hatibûn nirxandin.

Malpera Foreign Policy diyar kir ku Biden li dijî Tirkiyê polîtîkayek ya bêdengiyê dimeşîne.

Back to top button