Tirkiye idia dike ew ê nema şêwirmendên xwe bişîne Lîbyayê

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu idia dike ku ew ê nema şêwirmedên xwe yên leşkerî bişînin Lîbyayê.

Çavuşoglu diyar kir ku “madem agirbest li Lîbyayê heye, êdî nema pêwîst dike em hejmareke zêdtir a şêwirmedan bişînin.

Duh jî, Çavuşoglu idia kiribû ku “leşkerên li Lîbyayê tenê ji bo pewerdekirinê ne û ti hebûna wan a leşkerî bi vî awayê mezin tune ye.”

Aloziya Lîbyayê
Îro cezayîr civînekê ji bo Lîbyayê li dar dixîne

Ji bo nîqaşkirina encamên Kongreya Berlînê û rewşa dawî ya Lîbyayê jî, îro Cezayîr civînekê li ser asta wezîrên derve yên welatên cîran li dar dixîne.

Di vê civînê de, tê payîn wezîrê derve yê Almanyayê jî hazir bibe, lê serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz el-Serac ev vexwendin red kir.

Leave a Reply

Back to top button