Hejmar koçberan a ber bi kampa Girê Spî ve roj bi roj zêde dibe.
Hêjmara Koçberan gihaştiye hezar û 164’an û rojane jî ji 7 heta 10 malbat li kampê têne pêşwazîkirin.
Hevserokê Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî Mihemed El-Şêx têkildarê mijarê axivî û diyarkir ku derveyê rêxistinên heremî yên wek Heyva Sor a Kurd tu hizên navdewletî bi wan re nabin alîkar.
Mihemed El-Şêx da xuyakirin ku ji ber zêdebûna hejmara koçberan li gel xemsariya rêxistinên mirovî dê rewşa mirovî ya li kampê aloztir bibe.
Koçbera bi navê Fida El-Nekaş a ji gundê Şergirakê ya Kantona Girê Spî jî got:
“Ev 4 rojin em hatine kampê.
Heta niha me betanî nestendine.
Me hinek betanî ji cîranan girtine da ku me ji sermê biparêz in.”
Fida bang li rêxistinên mirovî û aliyên têkildar kir ku alîkariyê pêşkêşî wan bike û erka xwe ya mirovî pêk bînin..