Lihevkirina Brexit a Brîtanî fermî ji aliyê meclisa giştî ya Brîtanyayê hat erêkirin

Meclisa Giştî ya Brîtanî, bi femî li ser derketina welatê xwe ji Yekîtiya Ewropayê erê kir.

Di qonaxa bê de, divê Xatûna Brîtanî Elizabeth a duyemîn jî li ser vê yekê îmze bike.

Berî niha serokwezîrê Brîtanî Boris Johnson ji bo qezenckirina qanûnê ev mijar li Brukselê nîqaş kiribû.

Piştî endamtiya 40 salî, Brîtanya xwest ji YE derkeve û weke welatekî serbixwe tev bigire.

Ji lew re, 2016’an, lihevkirina bi navê Brexit an jî “derketina Brîtanya ji YE” bi referandumekê hat erêkirin.

Leave a Reply

Back to top button