Erdogan çû ber lingên Sîsî ku timî jê re digot, ‘derbekar û zalim’

Îro Serokê rejima faşîst ya Tirkiyê Erdogan serdana Misirê kir û bi Serokkomar Ebdulfetah Sîsî re hevdîtin pêk anîn.
Erdoganê ku li qadan timî digot, “Sîsî derbekare, zalime û ez bi wî re hevdîtinê nakim, di dawiya dawiyê de çû ber lingên wî.

Serokê rejima faşîst ya dewleta Tirk Recep Erdogan serdana Misirê kir û bi Serokkomar Ebdulfetah El Sîsî re hevdîtin pêk anîn.

Hat ragihandin di rojeva Erdogan û Sîsî de mijarên mîna şerê li Xezayê, rewşa li Lîbyayê û enerjiya li Rojhilatê Behra Spî hebûn.

Piştî ku Ebdulfetah Sîsî ji sala 2014’an ve hate ser desthilatê Erdogan cara yekemîne serdana Misirê dike.

Ji ber piştgiriya Tirkiyê û desthilata Erdogan ya ji bo rêxistina Ixwan deh sal bûn di navbera her du welatan de têkiliyên dîplomatîk rawestiyabûn.

Lê Erdogan di van sê salên dawiyê de ketibû nava hewldanan ku careke din bi Misirê re têkiliyên xwe xweş bike.

Piştî demeke dirêj Erdogan û Sîsî li Qatarê di dema Kupa Cîhanê û meha Îlonê ya par jî di Civîna Bilind ya G-20’an de li Hindistanê hatin cem hev.

Erdogan ku bi hemû hêza xwe piştgirî dida Mihemed Mursî û rêxistina Ixwanan demeke dirêj li dijî Ebdul Fetah el Sîsî propagandaya reşkirinê meşand.

Erdogan Sîsî timî weke derbekar bi nav dikir û li qadan îşareta Rabîayê dikir.

Beriya niha jî Erdogan çend caran ji bo Sîsî ev gotin kiribûn;

“Gelek kes hene pir dixwazin min û Sîsî lihevbînin, lê ez ti car qebûl nakim.

Ez bi kesekî dij demokrasiyê ku li dijî Mursî yê ku ji sedî 52 dengê gel girtî, mehkûmî girtîgehê kirî re hevdîtinê nakim û li ser heman masê rûnanim.

Ji bo kesê bi navê Sîsî herdem dibêjim, ew zalimeke, darbekare û demokrat nîne.”

Back to top button