Însiyatîfa Gel: Li dijî xespkirina vînê em ê dakevin qadan

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, Konseya Rêveber a KNK’ê û Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê bang li hemû gelê Kurd kirin ku li dijî xespkirina vîna gelê kurd taybet jî ji bo wanê dakevin qadan û nerazîbûnek xurt nîşan bidin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî anî ziman ku ew li bendê ne her kes li dijî vê bêhiqûqiyê rabe ser piyan.
Her wiha Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî ragihand ku ji bo parastina vîna gel û ji bo piştevaniyê şandeyeke peywirdar kirine ku biçe Wanê.

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê têkildarî xespkirina vîn a li Wanê daxuyaniyek da.

Însiyatîfa Gel diyar kir ku di hilbijartinê 31’ê Adarê de gel serketineke girîng û dîrokî bi dest xist û got:

“Di hilbijartinan de gelê me li dijî rejîma qeyûm, polîtîkaya qirkirinê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê û tecrîda li ser Rêber Apo helwesteke zelal nîşan dan.

Însiyatifa gel: Divê esnaf dikanên xwe veneke û xwendekar neçin Dibistanê

Li dijî rejîma faşîzm a AKP-MHP’ê, gelê Kurdistanê li Wanê serketineke mezin bi dest xistin.

AKP-MHP’ê ev yek tehmûl nekir û ji ber vê yekê mafê hilbijartinê yê Abdullah zeydan ji dest girt.

Pêwîste hemû gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li hemberî van pêkanînên kirêt ên li dijî vîna siyasî ya gelê Kurd dakevin qadan û nerazîbûnek xurt nîşan bidin.

Divê gelê me kolanan neterîkîne, esnaf dikanên xwe veneke û xwendekar neçin dibistanê.”

KNK: Xelkên Wanê bi tenê nehêlin û xwedî li vîna xwe derkevin

Her wiha Konseya Rêveber a KNK’ê jî bertek nîşanî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan da û got:

“Li gel ewqas hîle û bêhihûqîyê AKP-MHP’ê, gelê Kurd xwedî li vîna xwe derket û piraniya bajarên Kurdistanê namzetên welatparêz bi ser ketin.

Xelkên Wanê tenê nehêlên û xwedî li vîna xwe derkevin.

Divê raya giştî ya cîhanê jî vê bêadaletî û bêhiqûqiya dewleta Tirk bibînin, li hember vê biryara nijadperestî derkevin.”

Ji DEM Partiyê banga çalakiya dengderxistinê hat kirin

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê jî bang li gelê Kurdistanê kir ku darbeya li xelkên Wanê bi çalakiya dengderxistinê protesto bikin.

Hevşaredar Abdullah Zeydan: Li dijî vê bêhiqûqîtiyê rabin ser piyan

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî anî ziman ku ew li bendê ne her kes li dijî vê bêhiqûqiyê rabe ser piyan.

CHP wê şandeyekê bişîne Wanê

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî bi daxuyaniyekî bertek nîşanî vê yekê da û got:

“Ev kiryarê desthilatê, tune hesibandina îradeya gelê Wanê ye.”

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî ragihand ku ji bo parastina vîna gel û ji bo piştevaniyê şandeyeke peywirdar kirine ku biçe Wanê.

Li Amedê daxwiyanî: Li hemberî berbeyê bêdeng nemînin

Back to top button