Tevî rewşa wan a xerab; ne tên dermankirin û ne jî tên berdan. Ev e rewşa girtiyên li girtîgehên Tirkiyê. Piştî Geribe Gezer, duh girtiyê nexweş Abdulrezzak Şûyûr jî ku rê nedan were dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê bi nexweşiya giran Abdulrezzak Şûyûr ê 56 salî, li Girtîgeha Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê girtî bû.
Şûyûr sala 1993’yan li Mûglayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat darizandin û cezayê heta-hetayê lê hat birîn.
Berî 3 mehan Şûyûr bi nexweşiya penceşêrê dikeve.
Tevî wê, nayê dermankirin û rewşa wî her diçû xerab dibû.
Herî dawî berî 2 hefteyan, Şûyûr bi kurê xwe re hevdîtin kir, ji wê rojê û vir ve agahî jê nedihat girtin.
Herî dawî Rêveberiya girtîgehê bi malbata wî re axivî û got Şûyûr jiyana xwe ji dest da.
Malbata wî ji bo wergirtina cenazeyê Şûyûr çû Îzmîrê û wê li navçeya Dihê ya Sêrtê were veşartin.
9’ê Kanûnê jî Garibe Gezer ji ber heman zextan li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.