Li Pakistanê dijî navenda polîsan êriş pêk hat, 10 polîs mirin

Li Pakistanê li dijî navendeke polîsan êriş pêk hat, di êrişê de 10 polîs hatin kuştin.

Hat ragihandin şevê din li eyaleta Hayber Pahtunhva ya li herêma Dera Îsmaîl Xan li dijî navenda polîsan bi bombeyên dest û çekên giran êriş pêk hatiye.

Hat diyar kirin di encama êrişê de 10 polîs hatine kuştin.

Heta niha kesî êriş negirtiye ser xwe. Ji bo girtina êrişkaran operasyon hatiye destpêkirin.

Di demên dawiyê de li eyaletên Belucistan û Hayber Pahtunhva yên Pakîstanê êriş zêde bûne.

Rêveberiya Pakistanê diyar dike, Talîbana Pakistanê ya ku li dijî wan şer dike, li Afganistanê bi cih bûne lê rêveberiya Afganistanê li dijî vê yekê tedbîran nagire.

Lê Afganistan van îdiayên Pakistanê qebûl nake û diyar dike ti pêwendiya wan bi pirsgirêk û êrişên li Pakistanê diqewimin re nîne.

Back to top button