Derbarê êrişên kîmyewî de dosya tê amadekirin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) di 18`yê Cotmehê de eşkere kir ku 17 gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bûne.
Yekitiya Parêzeran û Komeleya Mafê Mirovan der barê êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk de dosya amade dike.

Piştî daxuyaniya NPG’ê, malbata gerîlayê şehîd Serdem Agirî bang li saziyên mafên mirovan kiribû ku dozekê vekin ..

Yekîtiya Parêzeran û Komeleya Mafê Mirovan piştî vê bangê serlêdana malbata gerîlayê şehîd Serdem kirin …

Yekîtiyê piştî vê yekê dest bi amadekirina dosyaya têkildarî êrîşên kîmyewî kirin.

Girêdayî mijarê Endamê Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Mihemed Emîn Neîmî axivî û ev agadî dan:

Me dest bi amadekirina dosyaya têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî kiriye..

Dosya wê êrîşên kîmyewî li ser Herêmên Parastina Medya û Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bigire nava xwe.

Dosya di demeke nêz de wê bidawî bibe û wê pêşkêşî rêxistinên qedexekirina çekên kîmyewî, û NY bê kirin. “

Back to top button