Li Libnanê xwepêşandêr careke din ji bo şermezarkirina siyaseta aboriyê daketin qadan.
Xwepêşandan di bin navê “Hefteya Hêrsê” de pêk hatin û li gelek bajaran rê li çûnûhatinê girtin.
Piştî banga çalakiyan ya li ser tora civakî, bi sedema ku rewşa aboriyê xirab dibe û ji vê re çareserî naye dîtin, xwepêşandêr li Beyrût û bajarên din daketin kolanan.
Li gorî dezgehên ragihandinê xwepêşandêran ji duh êvarê ve Pira Rîng ku ji paytext derbas dibe û başûr û bakurê Libnanê bi hev girêdide girtin.
Her weha Kolana Hamra ya ku Bankaya Navendî ya Libnanyê lê ye jî hat girtin û dem bi dem di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlekariyê de alozî rû da.
Li bajarê Sayda jî rê hatin girtin û ji ber êrîşên hêzên ewlekariyê 5 kes birîndar bûn.
Her weha xwepêşandêran li bajarên Trablusşam, Akkar û Bîqa jî ji saetên sibê ve rê girtin û rayedarên dewletê şermezarkirin.
Xwepêşandanên li Libnanê di 17’ê Cotmehê de dest pê kiribûn û di encamê de Serokwezîr Saad Harîrî neçar mabû ku îstîfa bike.