Bêkariyê ji Silêmanî heta Hewlêrê xwendevan daxist qadan

Li başûrê Kurdistanê ji ber ji bo xwendevanan polîtîkayek şênber tûne ye xwendevan piştî zanîngehê bi bêkariyê re rû bi rû dimînin.

Xwendevanên li Başûrê Kurdistanê li dijî vê li nêzî 10 bajar û navçeyan daketin qadan.

Her wiha mamosta jî li Silêmaniyê li dijî teqawîtbûna kesên pilebilind çalakî lidar xistin.

Bêkarî û krîza aborî ya li Başûrê Kurdistanê xwendevan daxistin qadan.

Li Silêmanî, Hewlêr, Dihok, Helebce, herêma Germiyan, Raperîn, Derbendîxan, Qeladizê, Pêncwên û Seyîdsadiq xwendekarên zanîngeh û peymangeh qedandîne derketin qadan û daxwaza tayînkirinê ji hikûmetê kirin.

Çalakî li ber avahiyên dadgeh, qeymeqamî û meclîsên bajar û navçeyan pêk hatin.

Ev der bajarê Silêmaniyê ye.

Bi dehan xwendevanên ku zanîngeh qedandine û bêkarin daxwaza kar ji hikumetê kirin.

Li Seyîdsadiq jî xwendevanan daxwaz ji hikumetê kirin ku bi wan re bibin alîkar.Navçeya Germiyan a Silamêniyê jî xwendevanan li ber rêveberiya navçeyê kom bûn.

Her wiha li Ranya jî ji ber polîtîkayên hikumetê yên li hemberî rewşa bêkariyê bertek hebû.

Li Hewlêrê jî xwendevanên ku zanîngeh qedandibûn li ser rê çalakiyek lidarxistin û gotin,

Heta ku ji bo rewşa xwendevanan çareseriyek neyê peydakirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
Di tevahiya çalakiyan de xwendevanan daxwaza tayînkirinê, peydakirina derfetên kar û avakirina kargehan ji bo berhemên navxweyî kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di nava mehekê de ev cara duyemîn e ku li seranserê navçe û bajarên Herêma Başûrê Kurdistanê çalakî têne lidarxistin.

MAMOSTAYÊN SILÊMANIYÊ LI QADAN BÛN
LI DIJÎ TEQAWÎTBÛNÊ MAMOSTEYAN HIKUMET HIŞYAR KIR

Li Silêmaniyê mamoste li dijî teqawîtbûna kesên pilebilind çalakiyek lidarxistin.

Mamostayên Silêmaniyê li ber Nûnertiya Parlamentoya Herêma başûrê Kurdistanê kombûn û xwestin ku kesên pilebilind neyên teqawîtkirin.

Mamosteyan gotin, “Ger daxwazên me neyên bicihanîn em ê li seranserî herêmê dest bi çalakiyan bikin.”

Leave a Reply

Back to top button