Ciwanên herêma Cizîrê li hemberî tecrîda li dijî rêber Ocalan, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji bo silavkirina berxwedana gerîlayan meşeke li Qamişloyê lidarxist.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan di çarçoveya pêngava “Li dijî îxanetê û dagirkeriyê werin cenga azadiya” de, meşek li ser asta herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo li dar xist.
Paşê meş veguherî mêtîngê.
Di mêtîngê de endamê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Hogir Mihemed axivî û diyar kir ku ew ê weke ciwanên herêmê bi hemû hêza xwe li dijî êriş û gefan bisekinin.
Hogir Mihemed bal kişand ser berxwedana dîrokî ya gerîlayên HPG’ê û got:
“Dewleta Tirk bi êrişên xwe yê hovane dixwaze gerîlayan tune bike, lê nikare û niha li hemberî berxwedana gerîlayan têk diçe.
Wek ku li hemberî wan têk diçe ew ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî têk biçe.”