Piştî têkbirina DAIŞ’ê gelek alî hewl didin tevlîhevî û fitneyan di nava şêniyên herêmên Dêrazorê de belav bikin.
Ji Fermendarên QSD’ê Xelîl Wehş El-Nebir diyar kir ku sê alî QSD’ê dikin hedef û hewl didin wê têk bibin.
Xelîl Wehş El-Nebir destnîşan kir ku DAIŞ hîna ji aliyê fikrî de tune nebûye û li hindek herêmên Dêrazorê maye û got:
Bi taybetî nêzî çemê Firatê şaneyên DAIŞ`ê hene.
Çeteyan di meha derbasbûyî de nêzî 180 êrîş pêk aniye, lê hemû têk çûne.
Ev êrîş ne tenê çeteyên DAIŞ`ê pêk anîn, çeteyên Tirkiye û rejîma Sûriyê jî bûn.
El- Nebîr têkildarî xwepêşendanên li Dêrazorê jî ev tişt anî ziman;
“Ew bi hindek daxwazên xwe mafdar in, lê pirsgirêk ne xizmetguzarî ye.
Hindek alî xizmetguzariyê bikar tînin da ku tevliheviyê li herêmê belav bikin.
Dagirkeriya Tirk hewl da û hîna hewl dide ewlehiya herêmê xirab bike.
Hêjayî bibîrxistinê ye 23’ê Adarê piştî têk birin DAIŞ’ê, QSD’ê pêngava tinekirina şaneyên razayî yên DAIŞ’ê dest pê kir.