Ermenistan: 81 çeteyên Sûrî birîndar bûne

Hikumeta Ermenistanê eşkere kir ku 81 çeteyên Sûrî yên ku Tirkiyê li dijî Ermenistanê şandine Azerbaycanê birîndar bûne.

Hikumeta Ermenistanê li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku “ji derdora 4 hezar çeteyên Sûrî yên ku Tirkiyê ji bo şerê li dijî Ermenistanê şandine Azerbaycanê, 81 kes birîndar bûne”.

Li gorî ajansa Reutersê, wê derdora hezar çeteyî li Azerbayvanê werin belavkirin, da ku li dijî Ermenistanê şer bikin..

Tê payîn, Sêşemê, Konseya Ewlekariyê ya NY ji bo şerê li Qerebaxê civîneke awarte li dar bixe.

Li gorî çavkaniyan, Almanya û Fransayê ji welatên Ewropî xwest ku destekê bidin vê gavê.

Back to top button