Awayên pêkanîna agirbesta li Lîbya û çavdêriya wê ji herdu aliyên şer, li civîna duh a li Misirê hatin nîqaşkirin.
Di civîna ewlehî ya duh ku li bajarê el-Xerdeqa yê Misirê hatibû lidarxistin de, komîteya leşkerî ya hevbeş a Lîbî mijara agirbestê, çavdêriya wê, misogeriya zeviyên petrolê, hinardekirina wê, binesazî û saziyên hikumî hatin gotûbêjkirin.
Li gorî çavkaniyan, rewşa heyî baş hat nîqaşkirin, da rê li ber danûstandinên siyasî û aborî veke.
Jixwe civîn bi serperiştiya NY bû û piştî civînê daxuyaniyek da, tê de hêviya xwe bi serketina van civînan anî ziman.