51 rewşên nû yên vîrûsa coronayê û 15 kesên din ji Coronayê baş bûne

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 51 rewşên nû yên vîrûsa coronayê û 15 kesên din ji Coronayê baş bûne.

Desteya Tenduristiyê, bîlançoya dawî ya pêketiyên vîrûsê eşkere kir, ku 51 rewşên din ên Coronayê hatin tomarkirin.

Ew jî;

  • 14 li Qamşlo
  • 11 li Dêrikê
  • 9 li Girkê Legê
  • 6 li Hesekê
  • 3 li Çil Axa û 3 li Rimêlan
  • 2 li Amûdê û 2 li Dirbêsiyê
  • 1 li Tirpêsbiyê

Desteyê diyar kir ku, 15 kesên din ji Coronayê rihet bûne.

Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan derket 1497’an, 417’an ji wan baş bûne û 62’an jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button