Li Lubnanê ji ber rewşa aborî ya xerab xwepêşandan li dar ketin

Di çend rojên dawîn de li Beyrûtê hemwextî lidarxistina civîna parlamantoyê xwepêşandan li pêşiya avahiya hikumetê li dar ketin.
Leşkerên malnişîn bang li hikumetê kirin ku dest bi reformê bikin mîna ku soz daye yan jî dê dest bi pêvajoyeke din bikin.

Di çend rojên dawîn de li Beyrûtê hemwextî lidarxistina civîna parlamantoyê xwepêşandan li pêşiya avahiya hikumetê li dar ketin.

Di rojeva civînê de gelek bend, di nav de dayîna dabînên demkî ji karmendên sektora giştî û malnişînan re hebûn.

Hikumeta Lubnanê soz da leşkerên malnişîn û karmendên sektora giştî ku zêdebûn demkî ye û dê di 3 mehan de yanî heta Hezîranê çareser bike.

Leşkerên malnişîn zêdebûna maşê red kirin ji ber ku hindik e.

Li gorî daxuyaniya leşkerên malnişîn, ew dê li hember vê zulmê bêdeng nemînin û gotin:

Em bang li hikumetê dikin ku dest bi reformê bikin mîna ku soz daye yan jî em ê dest bi pêvajoyeke din bikin.

Çendek leşkerên malnişîn jî anîn ziman ku mafên mirovan ên sereke binpê dikin.

Back to top button