Li Efrînê ji serê salê heta niha 4 kes hatine kuştin 97 jî hatine revandin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku dewleta tirk ji destpêka salê heta niha li Efrîna dagirkirî 4 kes kuştiye, jin û zarok jî di nav de 97 kes jî revandiye.
Her wiha navendê bang li rêxistinên hiqûqî kir ku li beramber sûcên şer hewldanên xwe zêde bikin.

Gerînendeyê Navenda Belgekirina Binpêkirinan Mistefa Ebdî li ser sûcên şer ên li herêmên dagirkirî axivî û got:

“Bîlançoyên tên belavkirin beşeke biçûk ji sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê ye.

Bi taybet xelkê resen ê Efrînê di van binpêkirinan re derbas dibin.

Em bang li aliyê navneteweyî dikin ku destwerdanê bikin..

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka îsal ve 4 kes kuştin, her wiha 97 kes di nav de zarok û jin li Efrîna dagirkirî revandin.”

Ji Adara 2018ˊan ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên revandin, kuştin, dizîn û talankirinê li dijî efrîniyên li Efrînê mane dewam dikin û bazirganiyê bi mal û milkên koçberên Efrînê dikin.

Back to top button