Husî: Di êrişên Amerîka û Îngilistanê de 2 kes mirin

Amerîka û Îngilistanê êrişên xwe yên li ser Yemenê jî dijwar kiriye.
Keştiya Îngilistanê ya li Derya Sor, bûyî armanca êrişa Hûsiyan jî binav bû.

Husiyan ragihand Amerîka û Îngilistanê careke din êrişên ezmanî li ser Yemenê pêk anîne.

Li gorî daxuyaniya di vê derbarê de ji ber êrişa li dijî bajarê El Meha de du kes mirin.

Hat diyarkirin her du kesên ku mirine, masîgir in.

Keştiya şer ya Îtalyayê li Derya Sor balafireke bêmirov xist

Keştiya Şer ya Îtalyayê jî li Derya Sor balafireke bêmirov ya Husiyan xist.

Têkildarî mijarê Wezareta Parastinê ya Îtalyayê daxuyanî da û got,

“Keştiya Duilio ji bo ewlekariya rêyên bazirganiyê li Derya Sor e.

Keştiyê di çarçoveya parastina rewa de li Derya Sor balafireke bêmirov xist xwarê.”

Keştiya Îngilizan a ku Husiyan lê xistibû li Derya Sor bin av bû

Li aliyê din keştiya Îngilistanê ya ku Husiyan lê xistibû li Derya Sor bin av bû.

Artêşa Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand keştiya kargo ya Îngilistanê ya di êrişa bi moşekan ya Husiyan de derb xwaribû, piştî du hefteyan bin av bû.

Keştiya bi nave Rubymar 18’ê Sibatê di navbera Derya Sor û Kendava Adenê de bûbû armanca êrişan.

Operasyonên hêzên navneteweyî li Behra Sor

Back to top button