Çalakvanan êrişa li dijî jina ciwan a li Silêmaniyê şermezarkirin

Li dijî êrişa bi komî ya li ser jina ciwan a li Silêmaniyê, çalakvanên civaka sivîl ên Silêmaniyê nerazîbûn nîşandan.

Beriya du rojan li taxa Hiwane ya Silêmaniyê, ku bazareke cihê pêşandana wesayît û motorbiskilêta ye, dema jinek ciwan serdana wî cihî kir, bi dehan zilam êrişî wê kirin û vê bûyerê bertekek mezin bi xwere anî.

Îro hejmarek çalakvanên civaka sivîl li Parka Nalî ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê êrişa li ser jina ciwan şermezar kirin.

Çalakavana Mafê Jinan Bihar Munzur ji çapemeniyê re axivî û got: “Bûyera roja Înê ya li Hiwane carek din zilma ku li nava civaka me de li hemberî jinê tê kirin, nîşanda.”

Bihar Munzur got, “Em vê bûyerê şermezar dikin û dibêjîn tişta ku rû da paşguhxistina ciwanên vî welatî nîşan dide.”

Back to top button