Doza Kobanê di roja 7’an de li bajarê Enqerê yê Tirkiyê dewam kir

Rûniştina 10’emîn a Doza Kobanê di roja 7’emîn de li girtîgeha Sîncana Enqereyê a Tirkiyê dewam kir. Di rûniştina îro de şahidên doza Kobanê axivîn. Şahidan diyar kirin ku ew ji bo parastina Kobanê li dijî DAIŞ’ê tevli çalakiyên protestoyê bûne.

Rûniştina 10’emîn a Doza Kobanê di roja 7’emîn de li girtîgeha Sîncana Enqereyê ya Tirkiyhê dewam kir.

Hevserokên Giştî û endamên Desteya Rêveberiya Navendî jî di nav de 22 jê girtî 108 siyasetmedar tên darizandin

Siyasetmedarên li Sîncanê girtî li eywana rûniştinê amade bûn û siyasetmedarên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmenê ji cihê lê girtî bûn, tevli rûniştinê bûn.

Nûnerên rêxistinên jinan û nûnerên rêxistinên hiqûqî yên jin, rêveber û parlamenterên HDP’ê dozê şopandin.

Serokê dadgehê rapora ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve ji bo siyasetmedara girtî Aysel Tugluk hatibû amadekirin û li dosyeyê hatiye zêdekirin xwend.

Piştî wê beyanên şahidan yên derbarê dozê de hatin guhdar kirin.

Parêzeran têkildarî helwest û rêbaza dadgehê ya guhdariyê îtîraz kirin.

Siyasetmedarê girtî Nazmî Gur jî destnîşan kir ku mafê wan yê parastinê tê desteserkirin.

Siyasetmedarê girtî Alp Altinors jî anî ziman ku dadgeh dixwaze siyasetmedarên girtî bêdeng bike.

Tevî hemû îtîrazan jî serokê dadgehê derbasî beyanên şahidan bû.

Şahidên Dozê: Em li dijî terora DAIŞ’ê daketin qadan

Şahidan di axaftinên xwe de diyar kirin di bûyerên 7-8’ê Cotmehê de bangên HDP’ê yên wê demê eleqeya xwe bi terorê nîne û gotin:

Berovajî ew li dijî DAIŞ’ê tevli çalakiyên protestoyê bûne û mafên xwe yên qanûnî bikar anîne.

Nerîman Bakir ku yek ji şahidên dozê ye anî ziman ku bi piraniya Tirkiyê ji bo protestokirina DAIŞ’ê daket qadan û got:

“Ew ji bo parastina xelkê Kobanê derketine û ne li ser fermana tu kesî, ew li ser fermana gelê xwe derketine qadan. “

Back to top button