Rûsya: jimara binesaziyên Ûkrayna yên hatine têkibin 2,900 derbas kir

Li Ûkraynayê 15 roj in şerekÎ dijwar heye. Aliyên şer bi eşkerekirina encamên şer jî vê rastiyê nîşan didin. Moskow ragihand ku wan heta niha nêzî 3 hezar binezasiyên leşkerî yên Ûkrayna têk birine. Kîev jî dibêje, 49 balafir, 81 helîkopter û 335 tank di nav de, bi dehan wesayîtên leşkerî yên Rûsya hatine têkbirin. Li aliyekî din, Serokomarê Ûkrayna qanûna bikaranîna sîvîlan a çek ya di dema şer de erê kir.

Rûsya bi derbasbûna rojê re êrişên xwe yên li dijî Ûkrayna dijwartir dike.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsya Îgor Konaşenkov diyar kir ku artêşa Rûsya û hêzên cudaxwaz ên li Donbasê operasyonên xwe yên ji bo kontrolkirina bajarê Mariupol ê Ûkraynayê didomînin.

Konaşenkov da zanîn ku yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê heta niha li Ûkraynayê 2 hezar û 911 binesaziya binesaziya leşkerî îmha kirine.

Di nav van de 97 balafir, 107 balafirên bêmirov, 141 sîstema moşekên parastina hewayî û gelek alavên leşkerî hene.

Ûkrayna: 335 tank, 49 balafir û 81 helîkopterên Rûsan hatine bê bandor kirin

Ji aliyê xwe ve serfermandariya giştî ya Ûkrayna jî daneyên şerê 15 rojan eşekre kir.

Li gorî serfermanariya Ûkrayna;

Bêtirî 12 hezar leşkerên artêşa Rûsya hatine kuştin.

49 balafir, 81 helîkopter, 335 tank, 1,105 wesayîtên zirxî, 123 top, 56 sîstemên roketavêjê û 29 sîstemên parastina hewayî yên Rûsyayê hatin bêkêrkirin.

Her wiha di nava 15 rojên dawî de li Ûkraynayê 526 wesayît, 3 botên leza sivik, 60 wesayîtên sotemeniyê û 7 balafirên bêmirov yên Rûsya hatine têkbirin.

Zelensky qanûna bikaranîna çekan a dema şer de ji bo sivîlan îmze kir

Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky qanûna ku destûrê dide sivîlan di dema şer de li welat çekan bikar bînine îmze kir.

Qanûna mijara gotinê 3’ê Adarê ji aliyê Parlamentoya Ûkraynayê ve hatibû qebûlkirin.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Ûkraynayê Denis Monastirskiy ragihand, piştî ku Rûsyayê li dijî Ûkraynayê şer da destpêkirin, li paytext Kîevê bêtirî 25 hezar çek û 10 milyon cebilxane li dilxwazan hatin belavkirin.

Welatiyên DAY ji bo li dijî Rûsya şer bikin li ser rêya Ûkraynayê ne

Di vê navberê de ji bo li dijî Rûsya şer bikin, dilxwazên DYA li ber Balyozxaneya Ûkyrana ya li Waşîngtonê kom bûn.

Bi sedan kesî serdana balyozxaneyê kirin û xwestin ji bo li dijî Rûsya şer bikin herin Kîeve.

 

Back to top button