Konferansa 2. a Kevana Zêrîn pêk hat

Tevgera Çandê ya Jinên Kevana Zêrîn konferansa xwe ya 2’emîn lidar xist. Di konferansa de rapora xebatên du salan ê Kevana Zêrîn hate xwendin, her wiha rewşên siyasî û rêxistinî hatin nîqaş kirin. Di encamnameyê de hate diyar kirin, ji bo konfederalîzma çand û hunera jin, armanca wan avakirina yekîtiya hunermendên jin li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê ye.

Tevgera Çandê ya Jinên Kevana Zêrîn konferansa xwe ya 2’emîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dar xist.

Ji çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û derveyî welat jin tevlî konferansê bûn.

Bi dirûşma ‘Bi şerê gelê şoreşgerî û bi pêşengiya jinê re em ê çanda şoreşa jinê bi ser bixin’ di serî de mijarên ku bi rêya modernîteya kapîtalîst, polîtîka û erişên bîrdozî ku qirkirina çanda gelan armanc dike, bi berfirehî hatin nîqaşkirin.

Encamnameya konferansê jî hate eşkerekirin.

Di encamnameyê de hate ragihandin ku konferans bi biryardariyeke mezin bi encam bûye.

Lewra azadiya rêber Apo û bi israr dem dema azadiyê hate teqezkirin.

Li aliyekî din jî hate gotin: Pêwîst e jin li hemberî çanda destdirêjiya zilam ku bi awayekî îdeolojîk û fîzîkî êrîşî ser jinê dike rawestin.

Kuştin, dest dirêjî û revandina jinan, bi tekoşîna çanda jinên şoreşger dikare bê rawestandin.

Her wiha hate eşkere kirin jî ji bo konfederalîzma çand û hunera jin, ji bo ku bi hemû reng û dengên jinê xwe bi rêxistin û mayinde bike, avakirina yekîtiya hunermendên jin li seranserî Kurdistan, Rojhilata Navîn, û cîhanê hedef digire.

Kevana Zêrîn da zanîn ku konferansa wan derbarên xebatên mîna wêje, govend, wênexêzî, şano û hwd, gelek biriyar girt.

Ya herî girîng ku ev xebat bi çav û hestên jinê pêşengî jê re were kirin.

Kevana Zêrîn got: Her hundermendek nasnameya civaka xwe temsîl dike. Jinên Kurd ji dîrokê heya îro bi xwedî derketina li çand û hunera gelê xwe, bûne meşelê rêwîtiya jiyana me.

Back to top button