Komîna Şano ya Cizîrê li Qamişlo di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de şanoyeke komîk ji bo zarokanpêşkêş kir.
Şano bi navê “Wêneya Bikêrhatî” hat pêşkêşkirin.
Di çalakiyê de hejmarek şanoger, rewşenbîr û eleqedarên çandê amade bûn.
Beriya destpêkirina şanoyê, şanoger Fewaz Mehmûd axivî û got:
“Mezinahî ne di şanoyê bi xwe de ye, lê di pêşkêşkirina wê bi hemû rêz û nirxan de ye.
Şano ew e ku mirov bi hestên xwe dipîve.
Tiştê ku şanoyê li Rojava gihaştiye bi saya fedakariya şehîdan û şanogeran e.”
Ev pêşandan, di çarçoveya çalakiyên Komîna Şano yên bi armanca piştevaniya çanda zarokan pêk hat.
Wê heta 3 rojan şano li Navenda Mihemd Şêxo dewam bikin .
Piştre li bajarên din ên Qamişlo û Hesekê şano werin pêşkêşkirin.



