Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî ji aliyên siyasî û parlamenteran xwest ku nakokiyên xwe yên siyasî deynin aliyekî.
Mucteba Xamineyî ji bo salvegera destpêkirina kar û xebatan a Parlamentoya Îranê peyamek belav kir.
Mucteba Xamineyî tekezî li “parastina yekrêziya niştimanî kir ku ji bo rûbirûbûna zextên derve faktoreke sereke ye.”
Medyaya Îranê peyama Mucteba Xamineyî bi nivîskî belav kir. Xamineyî di peyamê de gotiye:
“Nexşeya paşerojê ya neyarên Îranê ya piştî şer û zextên aborî, çêkirina dubendî û parçekirina civakê ye.
Loma pêwîst e hêzên siyasî rê li ber wê yekê bigirin ku cudahî veguherin tundiyê.”
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê daxwaza aramiya navxwe kir û destnîşan kir:
“Pêwîst e bal were kişandin ser kontrolkirina enflasyonê, bilindkirina nirxê tumen û çareserkirina debara xelkê.”
Xamineyî di beşeke din a peyama xwe de bal kişand ser dîplomasî û yekrêziya niştimanî.
Eşkere kir ku divê dîplomasiya parlamentoyê bi pêş bikeve.



