Gelalî yê YNK’î li ser aloziya li Mexmûrê agahiyên balkêş da

Alîkarê Berpirsê Malbendî YNK a Qereçox Reşad Gelalî got:
PDK’ê destpêkê xwest Mexmûrê kontrol bike, piştî nekarî vê bike.
Bi hevkariya Tirkiyeyê û beşek hêzên Iraqê xwest kampê vala bike, yan teslîmî Tirkiye bike.
Siyasetmedar Kerîm Behrî jî diyar kir ku dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê karek ne mirovî û ne yasayî ye.

Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan ya Mexmûr bi têlan dorpêç bike.

Ji bo vê jî bi sedan leşker, tevî wesayîtên zirxî wesayîtên kar şandiye derdora wargehê.

Lê berxwedana xelkê Mexmûrê ya dijî vê dorpêçê, bê navber dewam dike.

Alîkarê Berpirsê Malbendî YNK a Qereçox Reşad Gelalî têkildarî mijarê axivî..

Gelalî ewilê bal kişand ser hevkariya PDK ya bi Tirkiye û Iraq jî tevlî vê pîlanê kiriye û got:

PDK’ê û Tirkiyê beşeke Iraqê daye aliyê xwe û wisa dixwazin kampê vala bikin.

Gelalî daxwazên wan wiha rêz kir.

“A yekem bê têlkirin, a duyem kule dane, ya sêyem tenê yek deriyê ketin û derketinê hebe..

Ya çarem îdia dikin ku çek li nava kampê heye divê van çekan teslîm bikin.

Bi nêrîna min ev yek ti eleqeya xwe bi ya heqîqeta heyî ve nîne.”

“PDK’ê tim xwestiye kampê kontrol bike, hemû saziyên xwe bicih bike”

Gelalî li ser helwesta NY jî agahî da û wiha pêde çû:

“NY ji sala 2014’an ve ji Mexmûr vekişiyaye.

PDK pir hewldan kiriye ji bo ku ev kamp bê kontrolkirin.

PDK dixwest bi xwe temamî wargehê kontrol bikin, tu kes ti lêpirsîna li ser kampê neke..

Gelalî tekez kir ku heta dawî em ê li gel xelê Mexmûrê bin..

Li kîjan parçeyê xwişk û birayên me pêwîstî bi yekîtî hebe em li gel wan in.”

“Dorpêçkirina wargeha Mexmûrê kareke ne mirovî ye”

Siyasetmedar û Parlementerê Berê yê Herêma Kurdistanê Kerîm Behrî jî got:

“Dorpêçkirina Kampa Mexmûr a ji aliyê artêşa Iraqê ve kiryarek dervey mirovahî û neyasayi ye.

Divê civaka navdewletî li dijî dorpçêkirina Kampa Mexmûrê dengê xwe derxe.”

Şengaliyan: Heta dawiyê piştgiriya xelkê wargeha Mexmûrê bikin

Back to top button