47 Hezar hilbijêrên nû wê di tura duyemîn de dengê xwe bide

Tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yên Tirkiyeyê îro ye.
Hilbijartin di navbera şefê faşîst a Recep Tayyîp Erdogan û Kemal Kiliçdaroglû de bê kirin.
Dengdayîn saet 08.00’an de dest pê kir.
Dê saet 17.00’an de bi dawî bibe û dest bi hejmartina dengan bê kirin.

Ev hilbijartinên dawîn ên li Tirkiyeyê belkî jî di dîroka Komara Tirk de yên herî balkêş in.

Ji bo propagandaya hilbijartinê pêşbaziya ‘neteweperestiyê’ hate kirin..

Îro Tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yên Tirkiyeyê ye ..

Dengdayîn saet di 08.00’an de dest pê kir.

Dê saet di 17.00’an de bi dawî bibe û dest bi hejmartina dengan bê kirin.

Di tûra duyemîn a Hilbijartina Serokkomariyê de 47 hezar û 523 hilbijêrên nû hene ku nû bûne 18 salî.

Ev ciwan wê di Hilbijartina Serokkomariyê de cara yekê dengê xwe bidin.

Pêşeroja Tirkiyê wê îro diyar bibe

Li 973 navçeyan û 1094 lijneyên hilbijartinê yên navçeyan zêdetirî 191 hezar sindoq hatin danîn ..

Tê payin ku zêdetirî 60 milyon hilbijêrên li nav welêt biçin ser sindoqan.

Karê dengdanê yê ji bo nêzî 3 milyon û nîv dengdêrên li derveyî welat..

Li 73 welatan û 151 nûnertiyên derveyî welat di 24’ê Gulanê de bi dawî bûbû.

Lê dê dengdan îro heya saet 17.00’an jî li deriyên gumrukê bidome.

Dengên derveyî welêt jî dê saet piştî 17.00’an tevî dengên li welêt bên hejmartin.

Di hilbijartinê de du namzet hene; namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû,

Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Cumhûrê Erdoganê faşîst û Qirker e.

Back to top button