Pentagon: Li Iraq û Sûriyeyê 151 caran êrişî hêzên me kirine

Wezareta Parastinê ya Emerîkayê (Pentagon) ragihand ji 17’yê Cotmeha 2023’yan ve komên çekdar ên girêdayî Îranê 151 caran bi rêya balefirên bê mirov û mûşekan êrişê baregehên wan ên li Iraq û Suriyeyê kirine.

Wezareta Parastinê ya Emerîkayê di derbarê êrişên komên çekdar ên li ser baregehên Emerîka yên li Iraq û Suriyê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Pentagonê de hat diyarkirin, ji 17’yê Cotmeha 2023’yan ve komên çekdar ên girêdayî Îranê 151 caran bi rêya balefirên bê mirov û mûşekan êrişê baregehên wan ên li Iraq û Suriyeyê kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber dengên teqînên mûşekan ziyan gihiştiye serê hin karmendên Emerîkî û leşkerek Iraqî jî birîndar bûye.

Her wiha hat diyarkirin ji bo parastinên hêzên Emerîkî ew li gel hikûmeta Iraqê di nav danûstandinan de ne.

Hat gotin ger êriş berdewam bikin, Emerîka jî wê di dem û cihê pêwîst de bersiv bide.”

Pentagon: 127 êriş li dijî nuqteyên Amerîka yên li Iraq û Sûriyê hatine kirin

Back to top button