Cenazeyê şervanê QSD’ê Newres El-Kenas ji aliyê sedan kesî ve bi merasîmekê, li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê, hat oxirkirin.
Şêniyan cenazeyê şehîd Newres El-Kenas (Şahîn) ku di 22’yê Kanûnê de, li Til Temirê şehîd bûbû, ji saziya malbatên şehîdan, wergirtin.
Li goristanê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve merasimeke leşkerî hat lidarxistin.
Di merasimê de li ser navê hêzên leşkerî Sebrî Şedadê axivî û got:
“Şehîd sembola me ne û em bi wan serbilind in.
Em soza şopandina rêya wan heta gihaştina civakeke demokratîk û azad didin.”
Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan jî Mihemed El-Zahir axivî û sersaxî ji malbata şehîd û hemû xizmên wî re xwest.
Piştî axaftinan belgeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Paşê cenazeyê bi dirûşmeyan hat oxirkirin.



