Kongreya Mala Êzîdiyan a herêma Cizîrê li Amûdê hate lidarxistin

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kongreya xwe ya 5. li bajarê Amûdê li dar xist. Di kongreyê de rapora 3 salan û rêziknameya Mala Êzîdiyan hatin xwendin û nîqaşkirin. Leyla Mehmo û Silêman Hemo weke hevserokên Mala Êzîdiyan a Herêma Cizîrê hatin hilbijartin.

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kongreya xwe ya 5. li bajarê Amûdê li dar xist.

Kongre bi dirûşma “Ji Rojava heta Şengalê, Rêveberiya Xweser garantiya azadiya me ye” li Hola Beylesan a li navçeya Amûdê bi amadebûna 300 delegeyî hate lidarxistin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), QSD, Kongreya Îslama Demokratîk, Dîdariya Olan, Meclisa Malbatên Şehîdan û Komîteya Koçberên Serêkaniyê beşdarî kongreyê bûn.

Kongre bi qewlên Koma Şehîd Mam Zekî Şingalî hate destpêkirin.

Piştre sînevîzyonek têkildarî şehîdên civaka Êzidî hat pêşandan.

Hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Farûq Tozo di kongreyê de axivî û bal kişand li ser êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê û berxwedana gel dijî êrîşan.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yûnis jî axivî û îşaret bi fermanên dijî Êzîdiyan kir û got, vîna gelan li Şengal û Rojava hedefa dijminan e, lewre divê li hemberî vê yekê bi hevkariya gelan bê xurtkirin.

Endama Yekitiya Êzdiyên Sûriyê Arîn Rustem jî axivî û bal kişand ser girêdana endamên Mala Êzidiyan bi axa welat re.
Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger jî axivî û destnîşan kir ku dijmin bi rêya qirkirina Êzidiyan dixwazin mîrasa Kurdan ji holê rakin, civaka Êzidî jî bi xwerêxistinkirinê ji cîhanê ispat kir ku ew dikare hebûna xwe biparêze,.

Rapora xebatên 3 salan û rêziknameya Mala Êzîdiyan hatin xwendin û nîqaşkirin

Piştre daxuyaniya Meclisa Xweseriya Demokratîk û Desteya Rêveber a Şengalê ji hêla endamê Meclisa Rêveber a Mala Êzidiyan Ilyas Sîdo hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Şengal û Rojavayê Kurdistanê mînakên herî berbiçav ên projeya Rêveberiya Xweser a demokratîk ên li ser fikrên Rêber Apo ne û tevî hemû êrişan jî gel karîbû rêveberiya xwe ava bike û biparêze.

Piştre rapora 3 salan û rêziknameya Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê hatin xwendin û nîqaşkirin.

Leyla Mehmo û Silêman Hemo weke hevserokên Mala Êzîdiyan hatin hilbijartin

Kongre bi encamnameyekê bi dawî bû.

Tê de qelenê zewacê hate rakirin, temenê zewacê hat diyarkirin.

Leyla Mehmo û Silêman Hemo weke hevserokên Mala Êzîdiyan a Herêma Cizîrê hatin hilbijartin.

Back to top button